Mümin Altaş
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Civîna Şûreya Eskerî ya Bilind di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di saet 12.15an da dest pê kir.
Di civîna li Kuliyeya Serokomariyê da endamên Şûreya Eskerî ya Bilind, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Sererkan Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu, Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Metin Tokel amade ne.