Özcan Yıldırım
11 Tebax 2021•Rojanekirin: 11 Tebax 2021
Hikûmet û konfederasyonên karkeran li ser Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ên Komî yên Dewletê ya sala 2021ê ku ji 700 hezarî zêdetir karkeran eleqedar dike li hev kirin.
Mehaneya herî kêm a karkeran bû 4 hezar û 100 lire. Ji bo mehaneya 6 mehên ewil ên 2021-2022ê ji sedî 12, ji bo 6 mehên din ji sedî 5 û qasî ferqa enflasyonê zemê were dayîn.
Vedat Bîlgînê Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî di merasima îmzekirinê da ku li Navenda Giştî ya Turk-Îşê hat kirin axivî.
Bîlgîn got: "Em ê xebatkarên xwe di binê enflasyonê da neêşînin. Eva peymana wê tevkariyê bide aştiya civakî ya Tirkiyeyê."