Tirkiye

Rojnamevana Hollandî ji ber eleqeya wê bi terorê ra heye, hat dersînorkirin

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun: "Nûçegihana rojnameya Hollandayê Het Financîeele Dagbladê Johanna Cornelîa Boersma îro serê sibê hat dersînorkirin"

Türkan Tosun  | 17.01.2019 - Rojanekırın : 18.01.2019
Rojnamevana Hollandî ji ber eleqeya wê bi terorê ra heye, hat dersînorkirin

Ankara

ANKARA

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun daxuyand rojnamevana Hollandî Johanna Cornelîa Boersma hatiye dersînorkirin û wiha got: "Biryara dersînorkirina wê ne ji ber xebatên wê yên rojnamevaniyê yên li Tirkiyeyê ye."

Altun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand nûçegihana rojnameya Hollandayê Het Financîeele Dagbladê Johanna Cornelîa Boersma îro serê sibê hat dersînorkirin.

Der barê dersînorkirina Boersmayê da Altun wiha got: "Biryara dersînorkirina wê ne ji ber xebatên wê yên rojnamevaniyê yên li Tirkiyeyê ye. Demek berê polêsên Hollandayê îstixbarat dan meqamê me yên bi vê mijarê ra eleqedar in û gotin eleqeya vê şexsê bi rêxistina terorê ra heye. Me jî der barê ketin û derketina wê ya Tirkiyeyê da ji wan agahî xwest."

- "Em dixwazin hevkariya me dewam bike"

Altun got di salên dawîn da PKK û DEAŞ di serî da Tirkiye bûye hedefa rêxistinên terorê û ji 2 hezarî zêdetir welatiyên bêsûc bûne qurbaniyên terorê.

Altun anî ziman bi hevkariya şirîkên navnateweyî bi deh hezaran kesên ku eleqeya wan bi terorê ra hene hatine dersînorkirin û wiha dewam kir: "Ji ber vê tehdîda cidî em bi welatên dost û mutefîq yên wekî Hollandayê ra hevkariyê dikin. Ji bo tehdîdên li hemberî ewlehiya Ewropayê bên tespîtkirin û rê li ber wan bê girtin, em serî fikrên wan didin. Em dixwazin û hêvî dikin hevkariya me ya vê qadê ya li dijî hemû rêxistinên terorê dewam bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.