Rauf Maltaş
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
Li Taxa Batikentê di kargeheke xemilandina avahiyan ya li qata jêrîn ya avahiyekî 10 qatî da şewat derket û di demeke kin da pekiya qatên jorê.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj û tenduristiyê hatin cihê şewatê.
Kesên ku di avahiyê da dijîn bi alîkariya kesên derûdorê jê hatin derxistin.
Polêsan ji bo tevdîra ewlehiyê kolan ji hatin û çûyînê ra girtin.
Dema ku ekîban hewl didan ku şewatê vemirînin jê yek xebatkarê agirkujê, bi tevahî 7 kes ji ber dû aciz bûn.
Ekîbên tenduristiyê di ambulansê da midaxaleya 3 kesan kirin û 4 kesên din jî rakirin nexweşxaneyê.
TOMAyên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr jî piştgirî dan xebatên vemirandinê.
Piştî xebateke qasî 3 saetan şewat hat vemirandin, lê di 8 malan da xisar çêbû.