ANKARA
Rayên ku li dervayê welêt ji bo hilbijartina parlementeriyê hatibûn avêtin li ATO Congresîumê tên jimartin.
Li navenda kongreyê endamên çapemeniyê û wezîfedar ji kontrolê hatin derbaskirin û ketin hundir. Dengdayîn di 17.00an da temam bû sandiq êdî tên vekirin.
Endamên çapemeniyê demekê dîmen girtin paşê ji avahiyê hatin derxistin.
Li dervayê welêt ji bo 2 milyon û 866 hezar û 979 hilbijêran li 54 welat û 112 nûnertiyan sandiq hatin vekirin, kêmzêde 931 hezar û 465 ray li hezar û 222 sandiqan hatin avêtin.
Li ATO Congresîumê dema ku meriv li rayên ku li gor welatan dane ser hevdu mêze dike dibîne ku herî zêde sandiq ji Hanower û Munihê bajarê Almanyayê hatine.
Ji bo jimartina her sandiqê 5 wezîfedar dixebitin û li navendê nika nêzîkî 7 hezarî wezîfedar hene.