Tirkiye

Qomandoyan şikefteke PKKya rêxistinê ya qaşo berpirsyarên herêmê yên rêxistinê bi kar dianîn, bi dest xist

Sarp Özer  | 28.11.2021 - Rojanekırın : 29.11.2021
Qomandoyan şikefteke PKKya rêxistinê ya qaşo berpirsyarên herêmê yên rêxistinê bi kar dianîn, bi dest xist

Ankara

Qomandoyan li bakurê Iraqê şikefta ku ji hêla qaşo berpirsyarên herêmê yên PKKya rêxistina terorê va dihat bikaranîn bi dest xist.

Şikefta ku tê da gelek muhîmat û tivîngên piyadeyê yên M-16yê jî hene ji hêla qomandoyan va hat îmhakirin.

Li gor agahiya Wezareta Parastina Neteweyî operasyonên Pencik-Birûsk û Pencik-Yildirim li bakurê Iraqê bi biryar dewam dikin.

Li herêmên Metîna û Avaşîn-Basyanê Mehmetcîk bi operasyonan va dikevin şikeftên ji hêla terorîstan va tên bikaranîn û herêmê ji terorîstan paqij dikin.

Herî dawîn li herêma Herekata Pencik-Yildirimê li taxa Bîsurê qomandoyan şikefteke terorîstan bi dest xist.

Qomandoyan tesbît kir ku şikeft ji hêla qaşo berpirsyarên herêmê yên PKKya rêxistina terorê va hatiye bikaranîn û tê da gelek muhîmat, alavên jiyanê û tivîngên piyadeyê yên M-16yê jî hene.

Di nav hefteyeke dawîn da li herêma operasyonê 2 topên dijebalafirê yên bimakîne yên Zu-23/35an, lançereke dijetankê ya Grenadeyê, 11 muhîmatên dijetankê ya Grenadeyê, çekeke roketavêjê ya RPG-7an, tivingeke bimakîne ya Bîxiyê, 3 tivîngên nîşangeran, 2 tivingên piyadeyê yên M-16, dijebalafireke Doçkayê, 2 hewan, topeke dijebalafirê ya bimakîne, 9 bombeyên destan, gelek teqemenî û mayîn hatin bidestxistin.

Ji aliyê din va Wezaretê hefteya borî daxuyandibû ku di harekatên Pencikê da di nav 7 mehan da 831 terorîst hatin berterefkirin.

- Operasyonên ku bi hesasiyeteke mezin tên kirin

Hêzên ewlehiyê harekata ku her qonaxa wê bi hûrgulî hatiye plankirin, bi biryardarî didomîne. Li gor îstixbarata ku ji gelek çavkaniyan hat bidestxistin, herêm hatin kişfkirin û ev herêm ji aliyê wesayîtên esmanî yên bêmirov ên xwemalî va bi hûrgulî tên tedqîqkirin.

Bi alîkariya dîmenên ku ÎHA dikişînin va jî qadên muhtemel ên ku terorîst lê sitar dibin, di operasyoneke ku wê were kirin da cihên daketina firokeyan, hedefên ku wê bi balafir û wasiteyên destekê werin bombebarankirin, yek û yek tên tesbîtkirin.

Cihên ku tên bombebarankirin, firokeyên komandoyan bi piştgiriya firokeyên tearûzê sewqî herêmê dikin. Komandoyên ku li herêmê tên danîn, şikeftên rêxistina terorê yek û yek îmhe dikin.

- Komando li herêmê ku jê ra digotin "kes nikare têkevê" ne

Çavkaniyên wezaretê destnîşan kirin ku bi operasyonên Pencikê va komando yek û yek ketin qadên ku jê ra digotin "kes nikare têkevê".

Li gor çavkaniyan di çarçoveya harekatan da li herêmê sitargeh, depo û qaşo baregehên ku terorîstan bi salan li herêmê xebitandin, hatin xerabkirin. Di têkoşîna rêxistina terorê da bi Iraqê ra kordînasyon û tevkarî dewam dike. Lewra rêxistina terorê seba Iraqê jî tehdîd e û zirarê dide îstiqrara herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın