Tirkiye

Qismekî rûyê Behra Wanê cemidî

Mesut Varol   | 21.01.2022
Qismekî rûyê Behra Wanê cemidî

Van

Rûyê Behra Wanê ya ji ber hişkahiyê ava wê gelekî kêm bû bi tesîra sermayê cemidî.

Li Wanê zivistana herî sar a salên dawiyê dewam dike, germahiya hewayê jî ji ya demsalê kêmtir e. Welatî tengasiyê dikişînin.

Germahiya hewayê bi şev dadikeve 30 pileyên binê sifirê bi roj jî derdikeve 10 pileyî, li hin ciyên Behra Wanê ya ava hem şor e hem jî bi sode ye cemidî.

Welatî li ser cemidîna ava Behra Wanê şaş û metel man û li ser buz 30-40 santêmî meşiyan û wêne kişandin.

Mustafa Akkuşê Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sermaya li herêmê îsal zêde ye.

21.01.2022

Qismekî rûyê Behra Wanê cemidî

Rûyê Behra Wanê ya ji ber hişkahiyê ava wê gelekî kêm bû bi tesîra sermayê cemidî.

Akkuş diyar kir ku li ciyên ava lê vekişiyaye ye zêde kûr nîne av cemidî. Akkuş got heke serma wiha dewam bike qalindahiya cemedê ew ê zêde bibe.

Selahattîn Koçê ji gelê Taxa Ovapinarê ya li rexê Behra Wanê got 50 sal e li vê derê dijî lê hetanî niha nedît ku ava behrê bicemide.

Koç diyar kir ku ji ber sermayê nikarin derkevin derva û wiha pê da çû: "Cara ewil e ku em dibînin ava golê dicemide. Ya rastî ava vê derê hem şor e hem jî bi sode ye. Şeva çûyî germahî daket 38 pileyên binê sifirê. Wesayîta min cemidî û nexebitî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın