Tirkiye

Qesra Beylerbeyî ya Qersê ku bû şahidê Şerê Osmanî û Ûrisan, hat restorekirin

Cüneyt Çelik  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 04.02.2022
Qesra Beylerbeyî ya Qersê ku bû şahidê Şerê Osmanî û Ûrisan, hat restorekirin

Kars

 Qesra Beylerbeyî ya Qersê dikeve pêşa Keleha Qersê û ji bo ku were nûkirin 5 sal berê xebatên restorasyonê dest pê kir û xebat kuta bûn.

Qesra ku Lala Mustafa Paşa di 1579an da da çêkirin û Qesra Beylerbeyî ya Qersê bû şahidê Şerê Osmanî û Ûrisan ê 1877-1878an. Ji bo ku qesir têkeve xizmeta turîzmê, di sala 2017an da xebatên restorasyonê dan destpêkirin û xebat kuta bûn.

Avahiya dîrokî bi konsepta otelê wekî "Mala Wilayetan a Qesra Beylerbeyî ya Qersê" dest bi xizmetê kir û girêdayî Yekîtiya Wilayetan e.

Qesra dîrokî di meha rêbendanê da dest bi xizmetê kir û ji niha va rastî eleqeya turîstên ku tên bajêr tê.

Midûrê dezgehê Murat Bayram daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî restorekirinê Qesra Beylerbeyî dewrî Yekîtiya Wilayetan kirin.

Bayram diyar kir, ji meha rêbendanê pê va dest bi xizmetê kir û wiha dewam kir:

"Vê gavê di otêla me da 18 ode, 50 cî û nivîn hene. Em vê gavê taştê li odeyan didin. Restorana me bi şev heta saet 12.00î vekirî ye, wekî alakart em xizmetê dikin. Avahiya dîrokî êdî bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne û turîst kêfxweş dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.