Tirkiye

Qeşayiyên herî mezin ê Tirkiyeyê mazûvaniya siruşthezên xwecî û biyanî dike

İbrahim Atmaca   | 15.10.2020
Qeşayiyên herî mezin ê Tirkiyeyê mazûvaniya siruşthezên xwecî û biyanî dike Özkan Bilgin - Anadolu Agency

Hakkari

 Li Hekariyê qeşayiyên Çiyayên Cîloyê bi dîmena xwe ya bê hempa û parkurên xwe yên siruştî dertên pêş û li herêmê piştî tesîskirina hizûr û aramiyê ji gelek bajêran û ji welatên cuda cuda kesên ji siruştê hez dikin û çiyager, tê ziyareta qeşayiyan.

Çiyayên Cîloyê dikeve navbera Hekarî Yuksekovayê. Çiya di çarçoveya biyara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, wek "Parka Neteweyî" hat îlankirin. Çiya bi gelî, tepeyên bilind, şelaleyên ku bi ava berfê çêbûne û bi qeşayiyên xwe va bû pêgeha turîstên xwecî û biyanî.

Siruşthez û kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, qeşayiyên quntarê çiyê û li "Uludoruk"a ku 4 hezar û 135 raqim bilind e û li Tirkiyeyê 2yemîn lûtkeya bilind e, digerin û li herêmê cihên nû keşif dikin.

Qeşayiyên herî mezin ê Tirkiyeyê mazûvaniya siruşthezên xwecî û biyanî dike

Li Hekariyê qeşayiyên Çiyayên Cîloyê bi dîmena xwe ya bê hempa û parkurên xwe yên siruştî dertên pêş û li herêmê piştî tesîskirina hizûr û aramiyê ji gelek bajêran û ji welatên cuda cuda kesên ji siruştê hez dikin û çiyager, tê ziyareta qeşayiyan. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )

Ji gelek bajarên welêt û ji derveyî welêt jî siruşthez û çiyager li Geliyê Cinet Cehnemê û Zozanê Merganê digerin, hilpazî qeşayiya herî mezin a Tirkiyeyê dibin û piştgiriyê didin danasîna bajêr.

Komek siruşthezên ku çiyagerên Ukraynayî jî di nav wan da hene, hilkişiyan qeşayiya Cîloyê, li wê derê li gîtarê xistin û stran gotin.

Çiyagera Ukraynayî Oksana Korinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew li gelek herêmên Ewropayê geriya, li Tirkiyeyê ji hemûyan cudatir xweşikahiyên siruştê hene.

Korinê diyar kir ku meriv, çiya, xurek û xweşikahiyên siruştî yên Tirkiyeyê cuda ne û wiha dewam kir: "Di nav cihên ku min dixwast ez bibînim da Hekarî hebû. Bi taybetî dîtina Qeşayiyên Cîloyê ji bo ya herî taybet bû. Dîtina Çiyayên Cîloyê xewna min bû, ez vêga xeyala xwe pêk tînim. Min cara ewil qeşayî ev qas ji nêz va dîtin. Ez dixwazim havînê bi malbata xwe ra werim vê derê û kamp bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın