Tirkiye

Qehremanê berfê 20 sal e li ser çil û çiyan rê vedike

Hüseyin Yıldız  | 27.01.2022 - Rojanekırın : 28.01.2022
Qehremanê berfê 20 sal e li ser çil û çiyan rê vedike

Iğdır

 Ramazan Aydinê operatorê makîneya kar li Îdirê dijî û 20 sal e berfê davêje û rêyan vedike.

Aydin di Îdareya Taybet a Bajêr da dixebite û li Îdirê ser Çiyayên Erez wezîfeyê dike.

Herêma ku Aydin lê wezîfedar e, zivistanê rêya 50 gundan bi hev ra tê girtin. Aydin 20 sal e li herêmê bê navber xizmetê dike û nahêle ku rê werin girtin.

Aydin şeveqa sibehê radibe, li makîneya kar siwar dibe û berê xwe dide çil û çiyayên ku berf ser da bariye û diçe hewara gundiyên ku rêya gundê wan ji berfê hatiye girtin.

Ramazan Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji karê xwe hez dike û dema ku ew rêya welatiyan vedike, kêfa wî pê xweş dibe.

Aydin daxuyand, ew bi gelemperî di rojên ku berf dibare û bager radibe da diçin hewara gundiyan û wiha dewam kir, "Em şeveqa sibehê radibin, mazota xwe hildidin û bi rê dikevin. Kesên ku ketine tengasiyê, em wan xelas dikin. Carina wesayît dişiqitin, em wan kaş dikin. Karê me ev e, çiqas berf bibare karê me ew qas zêde dibe. 20 sal e ez vî karî dikim û timî rêyan vedikim. Em carinan dawiya hefteyê jî tên. Wexta ku nexweşek çêbibe, saet çi be jî em ji bo ku rê li pêşiya ambulansê vekin, dixebitin. Wexta ku gundî çav bi me dikevin, şa dibin. Lewra nexweşên xwe dibin nexweşxaneyê û dermanên wan distînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.