Tirkiye

Qanala Urartuyan a 2 hezar û 800 salî wê bibe navenda cazîbeyê ya Wanê

Qanala Şamranê ku di dewra Qraltiya Urartuyê da hatiye çêkirin, weke endezyariya avê ya newaze ya cîhanê tê qebûlkirin û dirêjahiya wê 51 kîlomêtre ye, wê ji bo turîzmê were amadekirin

İbrahim Atmaca   | 25.06.2020
Qanala Urartuyan a 2 hezar û 800 salî wê bibe navenda cazîbeyê ya Wanê

Van

 Şaredariya Edremîtê ya Wanê ji bo ku Qanala Şamranê ya dîrokî bi turîzmê bide qezenckirin, xebat da destpêkirin. Qanal di dewra Qraltiya Urartuyê da hatiye çêkirin, weke endezyariya avê ya newaze ya cîhanê tê qebûlkirin û dirêjahiya wê 51 kîlomêtre ye.

Qralê Urartuyê Menua ji bo ku ji navçeya Gurpinarê avê bîne Wanê Qanala Şamranê 2 hezar û 800 sal berê daye çêkirin û qanal di nav nirxên çandî yên herî girîng ên bajêr da ye.

Ji cihên ku qanala dîrokî tê ra derbas dibe, tev hêşinahî ye û hê av tê ra tê. Qanal yek ji berhemên mîmarî yê bê hempa ye ku ji dewra Urartuyan heta niha maye.

Kanal di dîrokê da weke qanala avê ya herî tê qebûlkirin.

Şaredariya Edremîtê him ji bo ku qanal were parastin û mayînde be him jî ji bo turîzmê seba qanalê “Projeya Rêya Meşê ya Menuayê” amade kir.

Îdareya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) wê projeyê fînanse bike. Li kêleka qanalê rêya meş û duçerxeyê, qadên bêhnvedanê û geştê wê werin çêkirin. Armanc ew ku Qanala Şamranê bibe navenda cazîbeyê ya bajêr.

- “Em plan dikin ku projeyê di 4 mehan da kuta bikin”

Cîgirê Şaredar Kerem Baynal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bajêr di dîroka xwe da mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û bi nirxên xwe yên çaandî va dertê pêş.

Baynal diyar kir, ji bo parastina nirxên çandî û ji bo ku bigihêje nifşên nû ew xebatê dimeşînin û wiha dewam kir, “Em plan dikin ku dîroka bajêr bigihînin paşerojê. Ji bo vê jî em berhemên ku ji qraltiyan mane derdixin holê û dixwazin têxin xizmeta merivan. Di çarçoveya ‘Korîdora Çandê ya Urartuyan’ da me projeya xwe ya bi navê ‘Rêya Meşê ya Menua’ amade kir û îhaleya wê temam kir. Em plan dikin ku projeyê di 4 mehan da kuta bikin.”

Baynal diyar kir ku qanal çendî esran berê ji bo avdana deştê hatiye çêkirin û ew ê jî li derdora qanalê cihên bêhnvedan û mayînê, destav, mescid û qadên civakî çêkin.

Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu jî got ku Qanala Şamranê li Anadoluyê qanala herî kevin e ku tê ra hê av diherike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın