Tirkiye

Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê îro li Stenbolê tê vekirin

Fatih Türkyılmaz  | 01.12.2021 - Rojanekırın : 03.12.2021
Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê îro li Stenbolê tê vekirin

Istanbul

Pêşangeha sêyem a Istanbul Photo Awards 2021a pêşbaziya wêneyên xeberan a Ajansa Anadoluyê li dar dixe ew ê îro li Stenbolê were vekirin.

Pêşangeha wêneyên xelat sitandine li Muzeya Vejenê ya Kampusa Santralîstanbulê ya Zanîngeha Bîlgiyê hetanî 10ê berfanbarê ji ziyaretê ra vekirî be.

Li pêşangehê wêneyên nexweşiya Kovîd-19ê, teqîna Beyrûtê, Şampiyonaya Dinyayê ya Superbîkeyê, mijarên sala par hatin rojevê û wêneyên bijarte tên nîşandan.

Wekî mayîn Adam Prettyyê nûçegihanê Getty Imagesê yê di kategoriya Sporê da xelata rêza sêyem sitandibû jî ew ê li pêşangehê biaxive.

Tengaya 15 hezar wêne ji bo Istanbul Photo Awards 2021ê ketibûn pêşbaziyê.

Di pêşbaziyê da 14 wênekêşên ji 12 welatan xelat sitandibûn, sponsoriya pêşbaziyê Rêhewaya Tirkiyeyê û Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan dabûn ser xwe û pêşangeha Stenbolê bi tevkariya Zanîngeha Stenbol Bîlgiyê tê vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.