Tirkiye

Projeya "avdêriya terikî" ya li Diyarbekirê li ber kutabûnê ye

İbrahim Atmaca,Abdullah Tel   | 20.01.2021
Projeya "avdêriya terikî" ya li Diyarbekirê li ber kutabûnê ye

Diyarbakir

Projeya Sîlwanê di nav projeyên terikî yên Tirkiyeyê da cih digre û wê li Diyarbekirê piştgiriyeke mezin bide avdêriya çandiniyê û hilberîna vejenê.

Projeya Sîlwanê li Tirkiyeyê di nav projeya avdanê yên mezin da projeya 2yem e û ji 8 bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tên.

Piştî Bendava Ataturkê, li welêt bendava ku qada wê ya avdanê ya herî mezin Bendava Sîlwanê ne. Li gor projeyê hecma bendavê 8 milyon û 680 hezar mêtrekup e. Di bendavê da 7,3 milyar mêtrekup av wê were depokirin.

Bilindahiya Bendava Sîlwanê ji xîm pê va 175,50 mêtre ye û li gor vê bendav wê bibe bendava herî bilind a welêt û Ewropayê.

Bendava Sîlwanê çaviya herî girîng a Projeya Sîlwanê ye. Gewdeya bendavê ku di çêkirinê da qonaxeke girîng e, par di îlonê da hat kutakirin.

Dema ku Bendava Sîlwanê û HES bi hemû çaviyên xwe va hatin kutakirin, wê di 4 merhaleyên cuda da werin xebitandin û tê da avdêrî û hilberîna vejenê jî heye. Di her merhaleyê da ava ku avdêrî wê pê were kirin, zêde dibe.

Bi ava depokirî ya Bendava Sîlwanê va li ser 2 milyon û 350 hezar dekar eraziyên dêmî wê bi pergalên nûjen avdêrî were kirin.

Ji avdêriya çandinî û hilberîna vejenê ya ji Bendava Sîlwanê û HES wê salê 1,91 milyar lire ji aboriya neteweyî ra piştgirtî were kirin, ji gelek kesan ra îstixdamê bike.

Li zeviyên ji ber bêaviyê ku piranî genim, ce û nîsik tên ajotin dema proje bikeve rewacê wê pembû, gilgil, sewze û gulberojk bên ajotin û bereketê zêde bibe.

- Bendavên Erxenî û Başlarê û Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Erxeniyê tên vekirin

Piraniya Bendava Sîlwanê qediya û bendavên Erxenî û Başlarê û Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwerinê ya Erganiyê jî tên vekirin

Bendava Başlarê bi qasî 30 metre bilinde û nêzî 29 milyon metrekup avê dikare di nav xwe da bihewîne û bi ava wê jî wê 38 hezar û 200 dekar erdê ku hê jî çandîniya bêav lê tê kirin, bê avdan.

Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê li ser Çemê Sallarê jî Bendava Erxeniyê ku hat çêkirin jî wê bi kêrî zeviyên dor û berê bê û qasî 18 hezar û 600 dekar erd wê bi ava wê bê avdan.

Li navçeya Erxeniyê pêwîstiya ava vexwarinê ya salane qasî 9,9 milyon metrekupe û Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Erxeniyê jî salane bi qasî 15,6 milyon metrekup ava vexwarinê temîn dike.

Rayedar dibêjin ku bi saya tesîsa parzûnkirinê heta sala 2045an di qada ava vexwarinê da wê tu kêmasiya Erxeniyê çênebe.

Tê payîn ku di 23ê Rêbendanê da ji bo vekirina Bendavên Erganî û Başlarê û Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Erganiyê merasim li Diyarbekirê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın