Tirkiye

Prof. Dr. Klaus Schmidt yê Girê Mirazan bi dinyayê da naskirin li Şanliurfayê hat bibîranîn

Rauf Maltaş  | 24.07.2022 - Rojanekırın : 27.07.2022
Prof. Dr. Klaus Schmidt yê Girê Mirazan bi dinyayê da naskirin li Şanliurfayê hat bibîranîn

Şanlıurfa

 Prof. Dr. Klaus Schmidt yê ku bi xebatên xwe va Girê Mirazan yê di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da derxist holê, di 8emîn salvegera mirina xwe da li Şanliurfayê hat bibîranîn.

Ji bo bîranîna Prof. Dr. Schmidt bi kordînatoriya Walîtiyê û bi hevkariya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê, Midûriyeta Muzeya Şanliurfayê û Şîrketa Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê û her wiha bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şanliurfayê, Kuluba Werzişê ya Civata Bîsîkletê ya Urfayê û Kuluba Werzişê ya Bîsîkletê ya Urfasîkletê va çalakiya duçerxê ya "Em li ser şopa Klaus Schmidt ber bi Girê Mirazan pedalê dizivirînin" hat lidarxistin.

Koma duçerxê ya 200 kesî ya ji navenda bajêr bi rê ket, 20 kîlometre rê pedal zivirand û gihîşt Girê Mirazan.

Koma ku binkeya şûnwarê dîrokî ziyaret kir, der heqê vir da ji peywirdaran agahî sitandin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Şanliurfayê Aydin Aslan li vir daxuyanî da rojnanegeran û diyar kir ku ew kêfxweş in ku eleqeyeke germ ji bo çalakiyê hat nîşandin.

Aslan bal kişand ku ji hêla wefaya ji bo Schmidt çalakî watedar e û ew dixwazin salên din, çalakiyê bi beşdariyeke zêdetir va bidomînin.

Prof. Dr. Klaus Schmidt ê ku bi xebatên vedana li Girê Mirazan va dîrok ronî kiribû, di sala 2014an da wefat kiribû.​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.