Tirkiye

"PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: Li Efrînê heke me Herekata Çiqlê Zeytûnê nebira serî PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê"

Nihat Kavşut  | 24.01.2020 - Rojanekırın : 25.01.2020
"PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê"

Antalya

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got ku li Efrînê heke me Herekata Çiqlê Zeytûnê nebira serî, PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê.

Wezîr Soylu li Serîka navçeya Antalyayê li Ela Quality Resort Otelê di "Civîna Nirxandina Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk" da axivî.

Suleyman Soylu destnîşan kir li Efrînê heke Herekata Çiqlê Zeytûnê nebira serî PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê û wiha got: "Ew bêîstiqrarî, bêedaletiya dahatê û şerên wekaletiyê ku li Rojhilata Navîn avakirin û bi destê teror û tundiyê birêva dibin him dibe sedema koçê û him jî rê li ber bazirganiya tiryakê vedike. Li Efrînê heke me Herekata Çiqlê Zeytûnê nebira serî PKK wê Efrîn bikira navenda tiryakê ya herî mezin a dinyayê. Ev hemû nîşan didin ku em bi pêvajoyeke çawa ra rûbirû mane."

Soylu diyar kir PKK li welatên biyanî çalakiyên terorê yên çekdar nake û loma jî li hember terora hişbirê dengê xwe dernaxin û wiha peyivî: "Têkiliya PKK-Ewropayê û PKK-DYAyê li hev dike yan na, helbet nake. Yên gilî û gazinan dikin ew in û yên destekê didin jî ew in. Bi salan e van tiştan dinivîsin, lê dîsa jî feydeyê didin, çekan didin, çekdaran diparêzin, destekê didin û alîkariya madî didin. Xeletiyeke wan ya wiha heye ji ber ku PKK li welatên wan çalakiyên terorê yên çekdar nake li hember terora hişbirê dengê xwe dernaxin."

Wezîr Soylu got ku di sala 2018an da hejmara kesên ji ber tiryakê mirin daket 657an û ev reqam di sala 2019an da daket 255an û wiha dewam kir: "Ji pêş dibistanan bigir heta nav yên navneteweyî û peravên Libyayê, ewlehî, cenderme, Ewlehiya Peravê û hûn me bi tevahî li kîjan cihî ku bêhna tiryakê hilda demildest mudaxale kir. Di sala 2018an da hejmara kesên ji ber tiryakê mirin daket 657an û ev reqam di sala 2019an da daket 255an. Ez wisa texmîn dikim ku heke pêvajoyên edlî bên temamkirin ev reqam ji bo sala 2019an wê di bin 500î da bimîne."

Soylu der barê têkoşîna li hemberî tiryakê da got ku di operasyonên li qadê da serkeftineke baş bidestxistine û wiha axivî: "Sala 2016an me ji bo bûyeran 81 hezar operasyon li dar xistin û di 2 salên dawîn da ev reqem di ser 140 hezarî re ye. Sala 2019an jî me 148 hezar operasyon li dar xistin. Lazime ev serkeftin kêm nebe û divê bê zêdekirin. Sala 2016an ji ber vê 7 hezar û 641 kes hatin girtin û sala 2019an ev reqem 25 hezar û 619 ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.