Tirkiye

Piştî xebatên cendirmeyan malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Cemal Ertaşê astengdar ê ji bo kurê xwe li pêşiya avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomand piştî xebatên îqnakirinê yên cendirmeyan gihîşt ewladê xwe.

09.07.2020 - Rojanekırın : 10.07.2020
Piştî xebatên cendirmeyan malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Diyarbakir

 Cemal Ertaşê astengdar ê ji bo kurê xwe li pêşiya avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomand piştî xebatên îqnakirinê yên cendirmeyan gihîşt ewladê xwe.

Ertaş di 3yê adarê da ji Qiziltepeya navçeya Mêrdînê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Di encama xebatên îqnakirinê yên Serokatiya Îstixbarata Cendirmeyan û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekirê da Ertaş gihîşt kurê xwe.

Ramazan Ertaşê (20) pêr li Şemzînana navçeya Hekariyê teslîmî Fermandariya Tabura Hidûd a Aktutunê bû bi xuşk û bavê xwe yê li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomînin ra hat ba hev.

Ertaşê bav hat Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekirê û 8 sal şûnda gihîşt ewladê xwe.

Di hevdîtinê da demên hestiyar derbas bûn, bavê wî û xuşk û birayên wî Ramazan hembêz kirin.

Ertaş ji ber ku gihîşt ewladê xwe gelekî şa bû û got, "Xwedê ji dewleta me razî be, Înşaellah malbatên din jî bigihîjin zarên xwe."

- Hejmara malbatên gihîştin ewladên xwe derkete 14an

Piştî Hacîre Akara dayik Hatîce Ceylan gihîşt kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt qîza xwe, Halîme Kadran gihîşt neviyê xwe, Metîn Açan gihîşt kurê xwe, Nîzamettîn û Alihan Eşrefoglu gihîtin kurê xwe, Gevriye Ayhan gihîşt qîza xwe, Melîk û Melek Aslan gihîştin kurê xwe, Muhteber Bîrlîk gihîşt kurê xwe, Cahîde Alkan gihîşt kurê xwe, Şahîze Altinkaynak gihîşt qîza xwe, Haşîm Açar û Têkoşîn Açar jî 6 sal şûnda gihîştibûn malbatên xwe.

Ramazan Ertaş pêr teslîmî hêzên ewlekariyê bibû û hejmara malbatên li pêşiya avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomandin û gihîştin ewladên xwe derkete 14an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.