Tirkiye

Pireya Botanê ya çûn û hatineke bi ewle pêşkeş dike

Pireya Botanê ya ku Herêma Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat du sal berê hatibû vekirin gelek bi kêr tê.

Fecri Barlık   | 14.05.2022
Pireya Botanê ya çûn û hatineke bi ewle pêşkeş dike

Siirt

 Pireya Botanê (Begendik) ya 2 sal berê li Sêrtê hat vekirin û Herêma Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat bi kêrî welatiyan tê û çûn û hatineke biewle pêşkeş dike.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 11ê Tîrmeha 2020î da ji ser weşana zindî beşdarî merasima vekirina pireya ku xeta Wan-Tetwan-Bitlîs û Sêrt-Mêrdîn-Batmanê digihîne hev, bûbû.

Pireya ku li Begendika beldeya Perwariya navçeya Sêrtê di sala 2014an da çêkirina wê dest pê kir 450 mêtro dirêj e û 165 mêtro bilind e pireya herî bilind ya Tirkiyeyê ye.

Bi Pireya Botanê seyaheta di navbera Wan û Sêrt-Perwariyê ji 5 saetan daket 2 saetî.

Şêniyên li herêmê ji çêkirina pireyê razî ne û dibêjin ku bi vê sayê ew him di qada wextê da û him jî di qada sotemeniyê da di karê da ne û ev yek gelek bi kêrî wan hat.

Bi çêkirina pireyê va çûn û hatina di navbera deverên li herêmê da hêsantir bû û kesên li cî û warên din kar û barên wan hebe bi saya pireyê dikarin biçin û bên.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın