Tirkiye

Perçeyên roketa Çînê ya ku ji kontrolê derket li nêzî Maldîvan ketin

Ömer Faruk Yıldız  | 09.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Perçeyên roketa Çînê ya ku ji kontrolê derket li nêzî Maldîvan ketin

Kuala Lumpur

KUALA LUMPUR (AA) - Hat ragihandin, roketa Long March 5Byê ji bo ku modula bingehîn a Îstgeha Fezayê ya Çînê bibe rêgehê hat firandin, lê paşê ji kontrolê derket û li ser Okyanusa Hindê li nêzî Maldîvan ket erdê.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Endezyarên Fezayê ya Bimirov a Çînê hat dayîn, roket di 29ê nîsanê da ber bi fezayê hat firandin, lê dema ku ket piraniya enkazê wê di atmosferê da şewitî û perçeyên din jî vegeriyan dinyayê û li Okyanisa Hindê ketin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku roket li gor saeta Çînê 10.24ê (li gor saeta Tirkiyeyê 05.24) da li erdê ket.

Malpera SpaceTrack.comê ku cihê roketê kêlî bi kêlî dişopand jî piştrast kir ku Lond March 5B ketiye.

- Lond March 5B

Roketa Long March 5Byê ji bo ku Tienhiya perçeya ewil û modula bingehîn a Îstgeha Fezayê ya Çînê bibe rêgehê di 29ê nîsanê da hatibû firandin.

Piştî firandinê modula Tienhiyê ji roketê qetiyabû û ketibû rêgeha ku hatibû plankirin.

Divê gewdeyê roketê jî pêş da vegeriya Dinyayê û li cihekî plankirî daniya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın