Tirkiye

Perçeyên balafira agirkujiyê ya Rêveberiya Giştî ya Daristanê ku têkiliya wê ya bêtêlê li Xirwatistanê bûbû, hatin dîtin

Ayşe Böcüoğlu Bodur  | 14.11.2025 - Rojanekırın : 15.11.2025
Perçeyên balafira agirkujiyê ya Rêveberiya Giştî ya Daristanê ku têkiliya wê ya bêtêlê li Xirwatistanê bûbû, hatin dîtin

Ankara

 Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand ku bermahiyên balafira agirkujiyê ya Rêveberiya Giştî ya Daristanê ku têkiliya wê ya bêtêlê li Xirwatistanê qut bûbû, li nêzîkî Senjê hatine dîtin û pîlot jî şehîd bûye.

Yumaklı li ser hesabê xwe yê NSosyalê ev agahî parve kir:

"Kavilên balafira me ya agirkujiyê ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Daristanê ku têkiliya wê ya bêtêlê li Xirwatistanê qut bûbû, li nêzîkî bajarê Senjê hatine dîtin. Rehma Xwedê li ser pîlotê me be ku di vê qezaya trajîk da şehîd bû. Sersaxî û sebrê ji malbat û hezkiriyên wî ra dixwazim. Sersaxî ji rêxistina me ya daristanan û miletê me yê delal ra dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.