Tirkiye

Perava Behra Wanê emanetî cendirmeyên siyarî ye

Yekîneya cendirmeyên siyarî ya li Wanê hat avakirin li dora Behra Wanê ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya gel dixebite.

Haydar Şahin  | 06.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Perava Behra Wanê emanetî cendirmeyên siyarî ye

Van

Yekîneya cendirmeyan a Fermandariya Cendirmeyên Edremîtê bênavber mesaiya xwe didomîne.

Piştî ku hewa germ bû li herêmê qerebalixî çêbû yekîneya siyarî li peravê dewriyeyê dike ku ewlehiya herêmê pêk bîne.

Cendirmeyên siyarî welatiyên guh nadin tevdîrên Kovîd-19ê hişyar dikin, li perava Behra Wanê ya wesayît nikarin herinê ji bo hizûr û ewlehiya gel li dewriyeyê digerin.

Cendirmeyên ji bo parastina jiyana kovî ya nav sazên li dora behrê jî dixebitin ji welatiyan jî eleqeyeke mezin dibînin.

Şaban Çaglarê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajarên li rojavayê welêt jî heman tişt dîtibû û ji ber ku li dora Behra Wanê jî yekîneya siyarî dît kêfxweş bû.

Çaglar wiha pê da çû: "Ez ji Erziromê ji bo tetîlê hatim Wanê. Bi saya yekîneyên siyarî welatî bi rihetî digerin, tetîla xwe di ewlehiyê da derbas dikin. Hin kes jî bi yekîneyan ra wêneyan dikişînin. Sepandineke di cî da ye û baş e."

Mercan Kerîmiya ji Îranê hat Wanê jî got dema li perav ê cendirmeyên siyarî dîtin şaş û metel ma û û wiha axivî: "Ev cara ewil e ku ez cendirmeyên siyarî dibînim. Zarên min jî gelekî ji hespan hez dikin. Me bi cendirmeyên siyarî ra wêne jî kişandin. Ji bo me bû dîmeneke rengîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın