Tirkiye

Perava Behra Wanê ji 450 hezar mêtrekup heriyê tê paqijkirin

Mesut Varol   | 04.06.2021
Perava Behra Wanê ji 450 hezar mêtrekup heriyê tê paqijkirin Özkan Bilgin/AA

Van

 Li Wanê ji ber ku avên pîs parzûn nedikirin û berî golê didan di binê Behra Wanê da herî kom bû, ji bo paqijirina 450 hezar mêtrekup heriya binî dest bi xebatan hat kirin.

Perava Behra Wanê ji 450 hezar mêtrekup heriyê tê paqijkirin

Li Wanê ji ber ku avên pîs parzûn nedikirin û berî golê didan di binê Behra Wanê da herî kom bû, ji bo paqijirina 450 hezar mêtrekup heriya binî dest bi xebatan hat kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû ji bo paqijkirina golê xebatên xwe didomîne.

Bi vê armancê tesîsa parzûnkirinê ya bi veberhênana 177 milyon lireyî hat avakirin xistin dewreyê û ava pîs êdî tê paqijkirin û wisa diçe golê. Niha jî ji bo qirêja li golê paqij bikin Şaredarî xebatan dike.

Li îskeleyê platforma 45 tonî hat avakirin, ekskavatora 17 mêtreyî li ser platformê dixebite û herî û pîsiya binî derdixe.

Binê golê her tim bi cîhaza sonarê va tê kontrolkirin, herê carê 170 ton heriyê li dubaya neqliyeyê dikin û tînin qeraxê. Heriyê li vê derê li kamyonan dikin û dibin royî ocaxa keviran a berê ya li dûrî bajêr dikin.

Di hefteyê da 2 hezar mêtrekup herî ji golê tê derxistin, bi temambûna xebatan va masîkefal û bi sedan cureyên di nav sazan da dijîn ew ê di aveke temîz da bigerin.

- "Me bi budçeya 20 milyon lireyî dest bi paqijkirina heriya binê golê kir"

Mehmet Fatîh Çelîkelê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Behra Wanê ji bo herêmê gelekî girîng e.

Çelîkel got Tesîsa Parzinkirina Biyolojîk a Pêşketî ya xistin dewreyê ew ê tevkariyê bide xilaskirina qirêjiya ava golê û wiha pê da çû:

"Lêbelê kar bi vê naqede. Lewra bi salan ava pîs a bajêr berî golê dane. Qirêjiya niha li dora golê bîneke nebaş dide der û dorê, qelîteya jiyana me kêm dike. Wezîrê me yê Hawirdor û Bajarvaniyê Birêz Murat Kurum diyar kir ku ji bo vekirina bernameyê ya tesîsa me wê 10 milyon lire wek piştevanî hîbe bidin. Şaredariyê jî bi qasî 10 milyon lire hîbe cihê kir. Bi butçeya 20 milyon lireyî va me dest bi paqijkirina heriyê kir. Bi vê xebatê em ê rê li behnê bigirin û di heman demê da ji bo masiyên di golê da dijîn jî ev wê bi kêr bê. Li der û dorê golê jî wê jiyan xweştir bibe."

- "450 metrekup herî hat tespîtkirin"

Çelîkel got ku ji Zanîngeha Yuzuncu Yilê heta qeraxa Edremîtê wê hemû perav ji heriyê bê paqijkirin û wiha domand: "Ji sala 2018an vir va xebatên me yên fîzîbîlîteyê dewam dikin û heta niha 450 hezar metrekup herî hat tespîtkirin. Armanca me paqijkirina heriya bin golê ye. Ji bo vê jî em ji teknolojiyê îstifade dikin."

- "Em xebatên ji bo Gola Wanê tên kirin girîng dibînin"

Prof. Dr. Hamdullah Şevliyê Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê got ku ew girîngiyê didin hewl û xebatên ji bo gol û dor û berê wê bi kêr tê û wiha pê da çû: "Paqijkirina heriya bin golê dest pê kir. Em girîngiyê didin vê xebatê. Em dixwazin bila Gola Wanê awayek paqij bigihêje nifşên nû û hewla me bo vê ye. Di vê mijarê da bar dikeve ser hemû saziyan. Golê bê paqijkirin lê divê ji bo ku ji nû va neyê qirêjkirin jî divê ew hişmendî bi cî bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın