Tirkiye

Parlamenterê Stenbolê Erdogdu û Erdogduya jina wî ya Endama YDKyê ji CHPyê îstifa kir

Merve Yıldızalp  | 29.06.2022 - Rojanekırın : 30.06.2022
Parlamenterê Stenbolê Erdogdu û Erdogduya jina wî ya Endama YDKyê ji CHPyê îstifa kir

Ankara

 Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Aykut Erdogdu û endama Lijneya Dîsîplînê ya Bilind (YDK) Tuba Torun Erdogdu ji partiyê îstifa kir.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên partiyê hat hildan, Erdogdu û endama YDKyê Tuba Torun Erdogduyê îstifaya xwe ya ji CHPyê pêşkêşî Navenda Giştî kir.

Hat gotin ku Aykut Erdogdu û Tuba Torun Erdogduya jina wî gotine ji bo ew qeweta CHPyê nebirin, ev biryar dane.

Çend roj berê qeydên têlefonê yên ku Parlamenterê Stenbolê Erdogdu bi jina xwe ya berê ra axivî bû, li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak piştî civîna MYKyê li ser pirseke vê mijarê wiha gotibû, "Em bawer dikin ku Erdogdu wê seba xwe û partiya me biryara herî qenc bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.