Parlamenterê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bi endamên çapemeniyê ra hat bal hev

Batman
Parlamenterê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bi endamên çapemeniyê yên li bajêr ra hat bal hev.
Ramanli li TPAO Kristal Parkê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Der barê hişbirê da Ramanli got divê her kes têkoşîna dijî hişbirê bike û çi dikeve li ser milê wî bike.
Li ser pirsa mehaneya teqawîdan jî Ramanli wiha got: "Wek partî me vê mijarê li Meclisê jî anî rojevê. Serokê me yê Giştî û Parlamenterê me yê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu li Meclisê anî ziman ku mehaneya ji bo teqawidan bê dayîn divê ji ber çav ra bê derbaskirin."
Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cevher û Eyup Yanaç, Serokê Bajêr yê HUDA PARê Davut Şahîn û Serokê Navçeyê yê Navendê yê Batmanê Şerîf Durmaz jî beşdarî civîna çepeniyê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.