Tirkiye

Pêşniyaza herî kêm dayina 3 hezar û 500 lîre ji bo malnişînan li TBMMê qebûl bû

Teklîfa ku nîşaneka îlawe û efwa xwendekaran jî di xwe de digire li Komisyona Plan û Budceyê ya TBMMê qebûl bû.

Ertuğrul Subaşı   | 30.06.2022
Pêşniyaza herî kêm dayina 3 hezar û 500 lîre ji bo malnişînan li TBMMê qebûl bû

TBMM

Di teklîfa qanûnê ya derbarê nîşaneka îlawe de ya ku li Komisyona Plan û Budceyê ya TBMMê dihat gotûbêjkirin, pêşniyaza dayina esxerî 3 hezar û 500 lîre ji bo malnişînan qebûl bû.

Di hevdîtinên li komisyonê yên ji bo Teklîfa Qanûnê ya derbarê Qanûna Memûrên Dewletê û Hinek Qanûnan digel Guherankariya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de parlementerên AK Partiyê û yên MHPê ji bo meaşên malnişînan teklîf dan.

Bi teklîfa ku hat qebûlkirin re dayena esxerî ya malnişînên ku meaşên ixtiyarî, malûlî û mirinê distîni û kesên xwedan maf, li ser asta dosyeyan, dê ji 2 hezar û 500 lîreyî derkeve 3 hezar û 500 lîreyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın