Yasemin Kalyoncuoğlu
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Serokê Giştî yê Komeleya Cîhannûmayê û Endamê Heyeta Mutevellî ya Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê Selîm Cerrah diyar kir, "Rapora Tirkiyeyê: Pêşdîtin, Teklîf û Çareserî" piştî xebata ku nêzî 4 salan dewam kir, hat amadekirin û ev rapor ji bo pirsgirêkên qadên cuda yên civakê çareseriyan pêşniyaz dike û di hukmê nexşerêyekê da ye.
"Rapora Tirkiyeyê: Pêşdîtin, Teklîf û Çareserî" bi tevkariya Komeleya Cîhannûmayê û Yekîtiya Akademîsyen û Nivîskaran a Welatên Îslamê (AYBÎR) hat amadekirin û Ajansa Anadoluyê Şirîkê wê yê Ragihandina Global e. Lansmana raporê wê di 17ê Tîrmehê da were kirin.
Selîm Cerrah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rapor bi xebateke ku nêzî 4 salan kişand û şûnda hat amadekirin.
Cerrah daxuyand, bi ked û xebata nêzî 600 akademîsyenên ku li zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê wezîfedar in va wan heta niha 28 komxebat li dar xistin, ji hişê çêkirî bigire heta tenduristiyê, ji çandiniyê bigire heta rêvebirina avê, ji malbatê heta ciwaniyê, ji dîjîtalbûnê heta perwerdeya bilind, ew li ser pirsgirêkên ku girseyên cuda yên civakê eleqedar dikin, sekinîn.
Cerrah got, "Armanca me tesbîtkirina pirsgirêkên qadên cuda yên Tirkiyeyê û ji bo van pirsgirêkan dîtina pêşniyazên çareseriyê ye."
Cerrah daxuyand, di raporên ku hatin amadekirin da wan hem ji bo welatiyên Tirkiyeyê hem ji bo merivên ku mecbûr dimînin koç dikin, pêşniyazên çareserkirina demdirêj û demkurt dîtin û got ku wan encamên komxebatê kir pirtûk û ew pirtûk bi wezaret û saziyên têkildar ra şand.
Cerrah diyar kir ku Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz wê beşdarî lansmanê bibe û di lansmanê da rapor wê bi raya giştî ra were parvekirin, ji bo wan nîqaşkirin, xurtkirina pêşniyazên wan jî girîng e.