Tirkiye

Operasyona dijî kesên projeyên parastina neteweyî dan saziyên biyanî

Haydar Şahin   | 12.01.2021
Operasyona dijî kesên projeyên parastina neteweyî dan saziyên biyanî

Ankara

Yekê wan xebatkarê berê yê saziyê 6 şikbarên hat tesbîtkirin projeyên Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) dane rayedarên saziyên biyanî û pê pere qezenc kirine hatin derdestkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat diyarkirin ku operasyon birin ser koma Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê tesbît kirin ku di sektora parastina neteweyî da bi welatên biyanî ra têkiliyên dereqanûnî danîne.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên parastinê û pêşîlêbirîna îstixbaratê yên MÎTê li pîşesaziya parastina neteweyî dimeşand da der heqê kesên hatin tesbîtkirin bi bertîlê di îhaleyê da fesadî kirine da lêpirsîn dan destpêkirin û wiha hat gotin: "MÎTê û Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê bi kordînasyon salekê xebitîn û tesbît kirin ku hin wezîfedarên Wezareta Parastinê agahiyên proje, îhale, tedarîk, malîyetê dane rayedarên 'şirketên nûnerê saziyên biyanî' bi vê jî pere qezenc kirine. Dîsa hat tesbîtkirin ku van şirketan jî agahî dane saziyên ku nûnertiya wan dikin di îhale û projeyan da avantaj bi dest xistine."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser vê di operasyona bi WPNyê ra di kordinasyonê da hat kirin da 6 kesên ji wezîfedarên wezaretê û nûnerên wan şirketan pêk tên hatin binçavkirin, şikbarek jî midûrê projeyê yê berê bû.

Di çarçoveya operasyonê da li malên şikbaran lêgerîn hat kirin, di lêgerînê da gelek dowîz hat girtin, wekî mayîn dest dan ser amûrên dijîtal ên şikbaran.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın