Tirkiye

Nûkirina pîsta Baregaha Încîrlîkê

Li pîsta Baregaha Încîrlîkê xebatên nûkirin û temîrkirinê wê werin kirin.

Fatih Gazioğlu  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
Nûkirina pîsta Baregaha Încîrlîkê

Adana

ADANA (AA) - Pîsta Fermandariya Baregeha Tankeran ya 10emîn a Încîrlîkê wê ji bo 10 rojan were girtin. Li pîstê xebatên nûkirin û temîrkirinê wê werin kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Baregeha Încîrlîkê ya ku di nav sînorê navçeya Sariçamê de dimîne ji ber xebatên nûkirin û temîrkirinê wê 10 rojan girtî bimîne.

Pîst piştî 10 rojan wê dîsa were vekirin.

Pîsta Baregeha Încîrlîkê qasî 3,5 kîlometre dirêj ê.

Li gor pîlanê erdê pîstê wê were temîrkirin û piştra rêçên ku ji ber lastîkên balafiran çêbûne wê werin paqijkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın