Tirkiye

Neqla S-400î dest pê kir

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku koma ewil a amûrên S-400a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj ji îro pê va neqlî Meydana Hewayê ya Murtedê dikin

Haydar Şahin  | 12.07.2019 - Rojanekırın : 15.07.2019
Neqla S-400î dest pê kir

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku koma ewil a amûrên S-400a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj ji îro pê va neqlî Meydana Hewayê ya Murtedê dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat destnîşankirin ku ji bo hewcedariya bi sîstema parastina fuze û hewayê ya Tirkiyeyê peymana tedarîka S-400a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj di 11ê nîsana 2017an da hatibû îmzekirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di çarçoveya peymanê da koma ewil a amûrên S-400a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj ji 12êtîrmeha 2019an pê va neqlî Meydana Hewayê ya Murtedê ya Enqereyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.