Wezîrê nû Işik, Waliyê Kocaeliyê Ercan Topaca ziyaret kir. Işik piştî ziyaretê pirsên rojnamevanan bersivand. Işik, li vê derê li ser pirsa rojnamevanan a der barê daxuyaniya endamên Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK), Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Tûran Çolakkadi û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Mûammer Akkaş çawa dinirxîne de, got: "Rast nîne mirov bûyeran li gor şert û mercên rojane binirxîne."
Işik wiha dewam kir:
"Navê vê operasyona ku 3 meh beriya hilbijartina hat kirin 'gendelî' nîne, 'dizaynkirina siyasetê' ye. Divê em vê bûyerê bi awayekî zelal bibînin û rast binirxînin. Li ser navê milet tu kes nikare siyasetê dizayn bike. Mafê partiyên siyasî bi xwe jî nîne. Ji ber vê yekê di rêvebiriyên demokrasiyê de mijarên herî zêde li ser nîqaş tên kirin îstifayên parlementeran in."