Tirkiye

Navenda Kaşûnê ya Mûşê 1,5 sal şûnda kaşûnhezan diezimîne

Sabri Yıldırım   | 09.01.2022
Navenda Kaşûnê ya Mûşê 1,5 sal şûnda kaşûnhezan diezimîne

Muş

MUŞ (AA) - Li Mûşê navenda kaşûnê ya ku li gundê Guzeltepeyê hatiye avakirin, piştî navbera 1,5 salî ya ji ber Kovîd-19ê, cardin dest bi ezimandina kaşûnhezan kir.

Navenda kaşûnê ya li serê Çiyayê Guzeltepeyê yê raqim 2 hezar û 300 ê 8 kîlometre dûrî navenda bajêr, ji ber ku stûriya berfê gihîşt asta pêwîst, sezon vekir.

Welatiyên ku keysa xwe li dawiya hefteyê anîn, tevî malbatên xwe hatin navendê, li pîsta 1300 mere dirêj kaşûn kirin. Zarokan jî bi xizekan xwe şiqitandin.

Alîkarê Serokê RTUKê Îbrahîm Uslu jî hat Mûşê û li navenda raqim 2 hezar û 300, kaşûn kir.

Uslu diyar kir, ew jî mîna gelek welatiyan ji kaşûnê hez dike û wiha dewam kir, "Hefteya çûyî me agahî wergirt ku li Mûşê navendeke rind a kaşûnê heye û em jî hatin vir. Di veguhestinê da jî tu pirsgirêk tunene. Ji Enqereyê bo vir rasterast seferên balafirê hene. Tesîsek e ku meriv dikare bêje li navenda bajêr û pîstên wê jî pir rind in."

Kargerê navendê Seyfetullah Olcay jî diyar kir, ew kêfxweş in ku wan piştî 1,5 salan sezon vekir ku ji ber Kovîd-19ê girtî bû.

Olcay destnîşan kir, stûriya berfê li ciyên bilind 80, li qada pîstê jî 30 santîmetre ye û wiha dewam kir, "Di mijara çûnûhatina bo navendê da pirsgirêka me tune. Servîsên me timî dixebitin. Du pîstên me amade ne. Em 7 rojên hefteyê li benda kaşûnhezan in. Navenda me yek ji navendên herî ekonomîk ên Tirkiyeyê ye û lewma jî ji gelek parêzgehan însan tên vê derê kaşûnê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın