Navend Stenbol li 7 bajaran operasyona dijî hişbirê
Istanbul
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê da navend Stenbol li 7 bajaran operasyona hemdem hat kirin û di operasyonê da 16 kesên ku Hakan A.yê serkeşê rêxistina sûc jî tev e hatin derdestkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li ser îxbara dibêje rêxistineke sûc a têkiliyên wê yên navneteweyî hene ji aliyê Îranê ra hişbirê tîne û dişîne Ewropayê û qismeke hişbirê jî di nav welêt da difroşe, dest bi xebatan kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîbên polêsan xebatên teqîbatê û îstixbarî temam kirin û di 6ê îlonê da li Stenbol, Mêrsin, Hatay, Şirnex, Gazîentab, Kilîs û Tekirdaxê operasyona hemdem kirin. Di operasyonê da 16 kesên ku Hakan A.yê serkeşê rêxistina sûc jî tev e hatin derdestkirin.
Di lêgerîna TIRekê ya li Mêrsinê da 125 kîlo û 700 qiram eroîn hat girtin.
Wekî mayîn hat gotin ku Hakan A.yê hewl dida ji Hatayê ra bireve Sûriyeyê hat girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hatin temamkirin û şikbar sewqî Edliyeya Kuçukçekmeceyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.