Tirkiye

Navendên xweşiqitandinê yên Rojhilatê Anadoluyê biharê jî vekirîne

Yunus Hocaoğlu,Hüseyin Demirci   | 07.04.2021
Navendên xweşiqitandinê yên Rojhilatê Anadoluyê biharê jî vekirîne

Erzurum

 Li Palandokena Erziromê û Cibiltepeya Qersê yên ji navendên turîzma zivistanê di meha nîsanê da jî sezona xweşiqitandinê dewam dike.

Palandokena li Tirkiyeyê herî pêşiyê dest bi sezonê dike û herî dereng sezonê digre ligel vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) van rojên dawîn jî ji hezkiriyên xweşiqitandinê ra mazûvaniyê dike.

Palandoken bi 55 pîstên xwe va ji her qadê turîstan ra mazûvaniyê dike di nîsanê da jî ziyaretvanan qebûl dike.

Ji ber berfa adarê barî qalindahiya berfê derkete mêtroyekê, hin otelan sezon girtin lê li pîsta Şaredariya Bajarê Mezin a li Lûtkeya Ejderê hê ziyaretvan xwe dişiqitînin.

- Sezona li Cibiltepeyê

Li Cibiltepeya navenda xweşiqityandinê ya li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî di nîsanê da ziyaretvan xwe dişiqitînin.

Bi berfa van rojên dawîn barî va qalindahiya berfa li navendê ji mêtrxoyekê derbas bû.

Di van rojên biharê da turîstên xwecî û biyanî xwe dişiqitînin û têra dilê xwe kêfxweş dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın