Tirkiye

MÎTê qaşo "berpirsyarê kuryeyê" yê PKK/KCKya rêxistina terorê berteref kir

Teşkîlata Îstihbarata Neteweyî (MÎT) Hîzret Çalkinê bi navê "Dihlaz" dihat zanîn ê qaşo berpirsyarê kurye yê PKK/KCKya rêxistina terorê li bakurê Iraqê berteref kir.

24.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
MÎTê qaşo "berpirsyarê kuryeyê" yê PKK/KCKya rêxistina terorê berteref kir

Ankara

 Teşkîlata Îstihbarata Neteweyî (MÎT) Hîzret Çalkinê bi navê "Dihlaz" dihat zanîn ê qaşo berpirsyarê kurye yê PKK/KCKya rêxistina terorê li bakurê Iraqê berteref kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, MÎTê agahî hilda ku Hîzret Çalkinê di navbera Iraq û Sûriyeyê da sewqiyata terorîstên PKK/KCKya rêxistina terorê kordîne dikir û qaşo "berpirsyarê kuryeyê" ew ê li bakurê Iraqê beşdarî civînê bibe. Di Lîsteya Terorêstên Lê Digerin a gewr da li Çalkin digeriyan.

Endamên MÎTê yên li qadê Çalkin hetanî ciyê civînê gav bi gav teqîb kirin û tesbît kirin ku bi terorîstên din ra hat ba hev.

Di dema civîna terorîstan a li bakurê Iraqê da operasyon hat kirin, Çalkinê bi navê "Dihlaz" dihat zanîn û terorîstên li cem wî hatin berterefkirin.

- Sewqiyata teroristan meşand

Çalkinê di sala 2011î da tevlî PKK/KCKya rêxistina terorê bibû hetanî sala 2014an li Tirkiyeyê çalakî meşandibû û revîbû Sûriyeyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.