Tirkiye

MÎT û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Qendîlê operasyon kirin

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 19ê Tebaxê dijî avahiya PKKya rêxistina terorê ku li Qendîlê ji bona xebatên perwerdeyê dihat emilandin operasyon kirin

11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
MÎT û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Qendîlê operasyon kirin

Ankara

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 19ê Tebaxê dijî avahiya PKKya rêxistina terorê ku li Qendîlê ji bona xebatên perwerdeyê dihat emilandin operasyon kirin.

Li gor agahiyan di avahiya ku bi operasyona MÎT û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Qendîlê hat îmhekirin da Guluzar Turala qaşo Endama Konseya Rêvebiriyê ya PKK/KCKyê ya bi nasnavê "Pelşîn Tolhildan" ku di kategoriya sor da lê digeriyan û Salîha Kaytara qaşo Endama Konseya Rêvebiriyê ya KJKya şaxa jinan ya rêxistinê ya bi nasnavê "Dr. Jiyan Garzan" jî hebûn.

Hat tesbîtkirin Guluzar Tural di sala 1993yan da tevlî PKKyê bûye, demekê li herêma Erzincan-Tunceliyê maye û perwerdeya sabotajê dîtiye.

Turala di salên 1999-2003yan da qaşo di Konseya Serokatiyê ya PKK/KCKyê da cî girtiye îsal jî qaşo bûye Endama Konseya Rêvebiriyê ya PKK/KCKyê û di Komîteya Perwerdeyê da bû.

Hat tesbîtkirin Salîha Kaytar piştî ku li Zanîngeha Dicleyê perwerdeya tipê dibîne sala 1993yan wexta li Diyarbekir li nexweşxaneyê dixebite tevlî PKK/KCKyê dibe, di 2006-2009an da wek berpirsyara PJAKê ya PKK/KCKyê li Rûsyayê kar dike, Adara 2011an li Qendîlê li nexweşxaneyê wek cerah wezîfedar dibe û îsal jî di nav Konseya Rêvebiriyê ya PKK/KCKyê da cî digire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın