Tirkiye

Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd hat Tirkiyeyê

Mehmet Şah Yılmaz  | 24.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd hat Tirkiyeyê

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasimeke fermî va Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd Al Nahyan pêşwazî kir.
Siwaran wesayîta meqamê ya Mîrzayê Welîehd Zayîd li kolana ku ber Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî kirin û heta deriyê protokolê bi wî ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber deriyê Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya Bîn Zayed kir û ew çûn cihê merasimê. Piştî vê 21 top hatin avêtin û sirûda herdu welatan hat gotin.
Bîn Zayed silav da eskerên Merasima Alayê ya Mihafizan.
Di merasimê da alayên 16 dewletên Tirkan ava kiriye jî hatin daliqandin.
Erdogan û Bîn Zayed heyetên xwe bi hevdu dan nasîn û paşê dest bi civînê û merasima îmzeyê ya peymanan kirin.
Piştî civînê Erdogan û Zayed wê bi hev ra şîvê bixwin.

24.11.2021

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasimeke fermî va Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd Al Nahyan pêşwazî kir.

Siwaran wesayîta meqamê ya Mîrzayê Welîehd Zayîd li kolana ku ber Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî kirin û heta deriyê protokolê bi wî ra çûn.

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş û rayedarên din li Balafirgeha Esenbogayê Zayîd pêşwazî kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di civînên wê li Enqereyê bên kirin da têkiliyên Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb (MYE) wê bên nirxandin û ji bo pêşvaçûyîna wan gav bên avêtin.

Ji bilî vê mijarên herêmî û navneteweyî jî wê bên axaftin.

Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd û Serokomar Erdogan di 31ê tebaxê da li ser telefonê axibûn û hatibû daxuyandin ku ew li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî axivîne.

Erdogan di meha tebaxê da Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê MYEyê Şêx Tahnoun Bîn Zayed Al Nahyan qebûl kiribû.

Di hevdîtinê da têkiliyên dualî, mijarên herêmî û veberhênanên MYEyê yên li Tirkiyeyê hatibûn axaftin.

- Serokê Dewletê yê MYEyê Gargaş: Civîneke dîrokî ye

Şêwirmendê Dîplomasiyê yê Serokê Dewletê yê MYEyê Enver Gargaş li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê ziyareta Bîn Zayed da gotibû ew ji bo xurtkirina têkiliyan tê kirin.

Gargaş wiha gotibû: "

"Şêx Bîn Zayed bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra civîneke dîrokî û erênî kir Xalên sereke yên civînê hevkarî û hevkariya aboriyê ye. MYE gavan davêje û têkiliyên xwe xurt dike. Refah û pêşketinên li hundirê welêt çawa girîng be, ji bo polîtîkaya me ya derva jî girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.