Tirkiye

Mozvanên li Qersê texmîn dikin ku hingivê îsal wê baş be

Cüneyt Çelik, Bülent Mavzer   | 03.08.2022
Mozvanên li Qersê texmîn dikin ku hingivê îsal wê baş be

Kars

 Ji ber ku îsal baran zêde barî û zozanên li Qersê bi giya û kulîlkên curbecur şên bûn mozvan hêvî dikin hingivê îsal baş be.

Mozvanên ku par ji ber hişkayiyê serê kewarê 5-6 kîlo hingiv hildan îsal ji ber barana zêdê li zozanan kewarên xwe danîne û hêvî dikin ku îsal serê kewarê 15-20 kîlo hingiv hildin.

Hin mêşvan jî texmîn dikin ku serê kewarê heya 30 kîloyî wê hingiv çêbe. Mozên mozvanan serê sibehê ji kewaran derdikevin û li ser giya û kulîlkên li derdorê datînin. Mozvan ciyê mozên xwe tesbît dikin û kewarên xwe li ciyên ku moz kom dibin datînin.

Endamê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê û berpirsiyarê Herêma Rojhilatê Aanadoluyê Adem Ertaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî sala ku hişkayî hebû îsal texmîn dikin ku mozvan serê kewarê 15-20 kîlo hingiv hildin.

Îzzettîn Arslanê ji Qaqizmanê ku 50 sal zêdetir e mozvaniyê dike diyar kir îsal li zozanan bereket heye û got ku ji ber vê jî em texmîn dikin serê kewarê heya 30 kîloyî jî wê hingiv çêbe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın