Mozaîka 9 sal berê li Adiyamanê hatibû dîtin wê ji bo ziyaretê bê vekirin
Mozaîka 9 sal berê li Bajarê Qedîm Perreya Adiyamanê hatibû dîtin piştî xebat biqedin wê ji bo ziyaretê bê vekirin
Adıyaman
ADIYAMAN
Li ser mozaîka ku di 2009an da li Bajarê Qedîm Perreya Adiyamanê li ser qadeke 155 mêtroqereyî hatibû dîtin, xebat dewam dikin.
Xebatkarên Midûriya Muzeya Adiyamanê ser mozaîkê vekirin û paqijiya ewil kirin.
Tîmên Midûriya Laboratuvara Herêmê ya Restorasyon û Konservasyonê ya Gazîentabê niha li ser vê mozaîka ku ji heyama Romayê maye dixebitin.
Di 2013yan da qada ku mozaîk lê hat dîtin bi îhaleyê hat teslîmkirin ku li wir xebatên nûkirinê bên kirin û rêyên ji bo meşê bên çêkirin. Piştî xebat qediyan ev der wê ji bo ziyaretê bê vekirin ku mirov bên bibînin.
Mehmet Alkanê Midûrê Muzeya Adiyamanê ji rojnamevanan ra daxuyand ev mozaîk di xebatên arkeolojiyê yên sala 2009an da hatiye dîtin û behsa hurgiliyên şikl û şemala mozaîkê kir.
Alkan got di sala 2016an da banê li ser mozaîkê hatiye çêkirin û wiha dewam kir: "Tîmên Midûriya Laboratuvara Herêmê ya Restorasyon û Konservasyonê ya Gazîentabê li ser vê mozaîkê xebatên nûkirin û konservasyonê dikin. Piştî ev xebat qediyan ev der wê ji bo ziyareta însanan bê vekirin."