Tirkiye

Motosîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu li Îspanyayê bû yekemîn

Fatih Çakmak  | 26.09.2021 - Rojanekırın : 26.09.2021
Motosîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu li Îspanyayê bû yekemîn

Ankara

Motosîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu li Îspanyayê di şaxa 10emîn a Şampiyonaya Superbike a Dinyayê da bû yekemîn.

Werzişvanê neteweyî Razgatlioglu di Pîsta Jerez a li Barselonayê da ji bo pêşbirka ewil derket pîstê.

Toprak Razgatliogluyê ku bi tîma Pata Yamaha with Brixx WorldSBKyê ket milmilaneyê, di rêza yekemîn da ji alaya damekî derbas bû, derket podyumê û Marşa Îstiqlalê da guhdarîkirin.

Di pêşbirkê da Johathan Reayê pîlotê Kawasakiyê bû duyemîn, Scott Reddingê pîlotê Ducatiyê jî bû sêyemîn.

Di şampiyonayê da di klasmana giştî da bi 424 puanî va Toprak Razgatlioglu yekemîn, bi 418 puanî va Jonathan Rea duyemîn û her wiha bi 355 puanî va jî Scott Redding sêyemîn e û ev skor didome.

Di şampiyonayê da îro bi dema Tirkiyeyê saet 15.00an pêşbirka duyemîn dê dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.