Tirkiye

Motora cotkarê ku di dema mudaxaleyî agirê bi daristanê ketibû kir da şewitî wê ji alî dewletê va bê nûkirin

Li Manavgata navçeya Antalyayê Mîthat Akçayê 63 salî bi motora xwe xwest mudaxaleyî agirê bi daristanê ket bike û motora wî jî şewitî lê dewlet wê jê ra motoreke nû bikire û ew bi vê mizgîniyê gelek şa bû.

Ömer Ürer, İbrahim Aktaş  | 05.08.2021 - Rojanekırın : 13.08.2021
Motora cotkarê ku di dema mudaxaleyî agirê bi daristanê ketibû kir da şewitî wê ji alî dewletê va bê nûkirin

Antalya

Li Manavgata navçeya Antalyayê agir bi daristanê ketibû û gihîştibû cihê ku mala Mîthat Akça lê bû û wî jî bi motora xwe va xwest rê li belavbûna şewatê bigire û motora wî jî şewitî lê dewletê biryar da ku motoreke nû ji Akça ra bikire û Akça bi vê xeberê gelek kêfxweş bû.

Akçayê li Taxa Kalemlerê rûdinê û cotkariyê dike dema agirê di 28ê Tîrmehê da bi daristanê ketibû û ber bi mala wî va dihat xwest mudaxale bike û tankêra avê li pişt motora xwe girêda û xwest agir bitemirîne. Lê di şewatê da mal û axura Akça şewitîn û agir bi motora wî jî ket.

Akça destnîşan kir ku mal û milkê wî şewitî û lê dewlet ji bo telafîkirina kesên di şewatê da zirar dîtine hewl dide û rayedar jî li kesan digerin. Ji wan kesan yek jî Akçaye û rayedaran têlefon kirinê û jê ra gotine ew dikarin motoreke nû (traktor) jê ra bikirin û bişînin. Li ser vê mizgîniyê Akça gelek kêfxweş bû û niha li benda motora xwe ya nû ye.

- "Herêma me heta niha rastî bobelateke wiha mezin nehatibû"

Mîthat Akça daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li Taxa kalmelerê hatiye dinyê, mezin bûye û zeviya wî ya ku şewitîjî çend sal berê kiriye.

Akça destnîşan kir ku ev demeke dirêje ku li herêmê bobelateke wiha çênebûye û got ku dema ew gihîşt ciyê agir daye ber xwe dît ku her tişt buye qirik û tiştek nemaye û wiha domand: "Min bi pişt motora xwe va tankêra avê girêda û xwest mudaxaleyî agir bikim. Di wê navberê da motor û pompe û tankêra min a avê hemû şewitîn. Nebû, em negihîştinê. Alavên agir ji nişka va çar aliyî da ber xwe. Herî dawîn motora min jî şewitî. Xwedê kêmasiya dewlet û miletê nîşan nede. Motoreke nû ji min ra şandine. Ez niha li benda wê motora xwe me."

Akça got ku di şewatê da xanima wî jî zirar dît û cîranan ew ji nav du xilaskirin û hin deverên wê jî şewitîne lê niha başe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın