Tirkiye

Meteora ku li Wanê hat dîtin bi navê "Doguzagaç"ê di Bultena Daneyan a Meteorîta Navneteweyî da hat qeydkirin

Özkan Bilgin  | 02.08.2021 - Rojanekırın : 05.08.2021
Meteora ku li Wanê hat dîtin bi navê "Doguzagaç"ê di Bultena Daneyan a Meteorîta Navneteweyî da hat qeydkirin

Van

 Osman Hezerê ku li Wanê dijî 6 sal berê bi malbata xwe ra seba seyranê çû ber Gola Wanê û li ber golê meteoreke ku giraniya wê 81 kîlo û 400 gram e, dît. Enstîtuya Heyv û Gerstêrkan a li Amerîkayê piştî ku ev meteor tedqîq kir, di Bultena Daneyan a Meteorîta Navneteweyî da qeyd kir.

Hezerê 60 salî li bajêr wekî wezîfedarê ewlehiyê dixebite û di sala 2015an da bi malbata xwe ra li navçeya Gevaşê nêzî taxa Dokuzagaçê pîknîk dikir û wê demê li qeraxê golê kevirekî ku reng û dirûvê wê cuda ye, dît.

Hezer bi alîkariya malbata xwe kevir bire mala xwe û li ser gumana ku ev kevir li gor yên din giran e û bi rêya hevalê xwe ji kevir nimûneyek ji Doç. Dr. Mehmet Yeşiltaşê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanyarên Hewagerî û Fezayê ya Zanîngeha Kirklareliyê ra şand.

Li ser tedqîqan hat tesbîtkirin ku ev kevir meteorît e û nimûneya wê ji Enstîtuya Heyv û Gerstêrkan a li Amerîkayê ra hat şandin. Li vê derê di kontrolan da jî gihîştin heman encamê û meteorît di Bultena Daneyan a Meteorîta Navneteweyî da bi navê "Doguzagaç"ê hat qeydkirin.

Hezer ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî dema ku kevir dît, fêm kir ku ferqa wî û kevirên din heye û ji bo vê jî wî biryar da ku seba tedqîqkirinê bibe malê.

Bi tescîlkirin û qeydkirinê va ev kevir bû meteorê sêyemîn ê herî mezin ku li Tirkiyeyê hat dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın