Tirkiye

Mensûbekî din ê ku ji PKKyê revî bi qanîkirinê teslîm bû

Aykut Karadağ   | 14.04.2021
Mensûbekî din ê ku ji PKKyê revî bi qanîkirinê teslîm bû

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di encama xebatên qanîkirinê da mensûbekî rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, bi kordîneya Wezareta Karên Navxweyî û xebata qanîkirinê ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, terorîstekî ku ji nav PKKya rêxistina terorê revî, derbasî Tirkiyeyê bû û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Li gor tesbîtê mensûbê rêxistinê di sala 2005ê da tevî rêxistina terorê bûye û li Iraqê fealiyet kirine.

Jimara mensûbên rêxistinê yên ku îsal bi qanîkirinê teslîm bûn, derket 51an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın