Tirkiye

Mekanên dîrokî yên li Diyarbekirê bê deng û bê his in

Li Diyarbekirê di çarçoveya pêşîlêbirîna belavbûna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da mekanên turîstîk û dîrokî hatin girtin û her alî bê deng û bê his ma.

Haydar Şahin  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Mekanên dîrokî yên li Diyarbekirê bê deng û bê his in

Diyarbakir

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ji 81 bajarî şand dikanên li dora Baxçeyê Hevsêlê û Sûra Diyarbekirê hatin girtin.

Li Sûra navçeya dîrokî ya her roj gelek ziyaretvan dihatin Mizgefta Hezretî Silêman 27 tirbeyên sehabeyan, Muzeya Diyarbekirê û Baxçeyê Gel bê deng û bê his man.

Kafe, loqante û baxçeyên çayê yên li Xana Hesen Paşa, Pireya Dehderî berwext hatin girtin.

Mala muzeya Cahît Sitki Taranci, Pirtûkxaneya Muzeya Ehmed Arîf û Mala Çandê ya Diyarbekirê jî di çarçoveya tevdîran da berwext hatin girtin kes li der û dorê xanê nake.

Nurî Tunçê li Sûrê tizbiyan difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi kêmbûna qerebalixiyê dikana xwe di hin demên rojê da ji bo wextekî kin vedike.

Tunç diyar kir ku dikanên li mekanên dîrokî girtî ne û wiha pê da çû: "Berê te kulme xwelî biavêta li erdê nediket, wisa qerebalix bû. Êdî qerebalixî nema. Meriv êdî li malên xwe ne."

Tunç got dibê di vê pêvajoyê da meriv li mala xwe bisekine û wiha pê da çû:

"Em dixwazin ku di demeke kin da vîrus ji holê rabe. Dibê çi dikeve ser milên gel bike. Dibê meriv bi berpirsyarî tev bigerin. Daxwaza me ew e ku bi îzna Xwedê vîrus ji holê rabe û civat bigihêje rihetiyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın