Tirkiye

"Me heyama şewbê di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiyeyê heyama şewbê di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike."

Nihat Kavşut  | 30.07.2020 - Rojanekırın : 31.07.2020
"Me heyama şewbê di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiyeyê heyama şewbê di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike."

Erdogan di peyama xwe ya dîtbarî da ku ji bona Eyda Qurbanê weşand got ku eyd ji bona gelê Tirk, hemû alema Îslamê û mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiyeyê heyama şewba vîrusa koronayê ya nû di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike.

Erdogan destnîşan kir bi pêvajoya asayîbûnê ra ji xeynî turîzmê hema hema di hemû sektorên din da heyat ber bi asta beriya şewbê da çû.

Serokomar Erdogan di peyama got di van rojên em dikevin meha Tebaxê ku di dîroka me da 'meha serkeftinan' e înşellah em ê ji ewladên xwe ra serkeftinên nû wek mîrate bihêlin.

Erdogan diyar kir biryardar in têkoşîna xwe ya ji Iraq û Sûriyeyê digihêje Lîbyayê û li qadeke berfireh didome ji bona xwe û xwîşk û birayên xwe bi serkeftî temam bikin.

Serokomar Erdogan ndestnîşan kir wê xebatên ku ji bo parastina mafên xwe yên li Behra Spî ya Rojhilat û Egeyê dan destpêkirin, heya dawiyê bibin.

Erdogan di peyama xwe da got wek vekirina Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin em ê di bikaranîna mafên xwe yên desthilatiyê da teredutê nîşan nedin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.