Tirkiye

Malbatên nobeda ewladan digirin bertek nîşanî êrîşa terorê ya li Qulpê dan

Şevket Bîngol: "Em PKKyê şermezar dikin, bira xuna van merivan li erdê nemîne" - Dayik Sevdet Demir: - "Însan diçin daran berhev bikin. Ma ev însan bila nexebitin? Ew çi ji van însanan dixwazin. Ew ne heqê qûlan û ne jî yê Xwedê dizanin."

Haydar Şahin, Türkan Tosun  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
Malbatên nobeda ewladan digirin bertek nîşanî êrîşa terorê ya li Qulpê dan

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 219an da dewam dike.

Emîn Arslanê ji bo Mahmutê kurê xwe yê revandine çiyê ji Îdila navçeya Şirnexê hat beşdarî çalakiyê bû bi bîr xist ku îro ber destê sibê li Guleça taxa Qulpê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da sivîlên diçûn daran kom bikin hatin şehîdkirin.

Arslan ji ber êrîşê bertek nîşanî rêxistina terorê da û got, "Li Qulpê merivên diçûn karê xwe kuştin. Gel ji bo nanê xwe diçe xebatê. Ew guh nadin vê, sivîlan qetil dikin."

Arslan destnîşan kir ku HDPyê kurê wî xapand û şande çiyê û wiha pê da çû: "5 sal e ji kurê xwe xeberekê hilnadim. Hetanî negihîn zarên xwe em ê ji vê derê neçin."

Şevket Bîngol jî bertek nîşanî êrîşa PKKya rêxistina terorê da û wiha axivî: "Em PKKyê şermezar dikin. Xwîna van mirovan bila erdê nemîne, bila tola wan ji PKKyê hildin. HDP dibe, kî dibe bila bibe heqê van bila nehêlin. Ew li Meclisê dibêjin' Em doza Kurdan diparêzin' Bi qetilkirina Kurdan hûn vê dikin? Bi revandina zarokên Kurdan hûn vê dikin? Hûn siyasetê wiha dikin? Hûn ne nûnerên me ne, em we wek nûner qebûl nakin."

- "Min pir beriya te kir, tu kezeba min î"

Dayik Sevdet Demirê jî got ew ji ber kurê xwe Fatîh çalakiyê dike û 5 sal e hesreta kurê xwe ye.

Demirê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha axivî: "Dilê min dişewite, kurê min 5 sal e di destê zaliman da ye. Bi zora çekan wî didin axaftin. Kurê min yekî bimerhemet e. Heke ku ew min dibîne, niha dilê wî dişewite. Kîjan ewlad dê û bavê xwe naxwaze? Min pir beriya te kir, tu kezeba min î. Ji bo ku tu bê xewna min ez êvaran zû radizêm. Tu her tim tê xewna min, ez bi te ra diaxivim. Dema de rêyek dît, bire were kurê min."

- "Ma ev însan bila nexebitin?"

Demirê bertek nîşanî êrîşa li Qulpê da û wiha dewam kir: "Însan diçin daran berhev bikin. Ma ev însan bila nexebitin? Ew çi ji van însanan dixwazin. Ew ne heqê qûlan û ne jî yê Xwedê dizanin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın