Tirkiye

Malbatên Wanî ji bo bigihîjin ewladên xwe li pêş Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Rojnamegerên li bajêr jî bi daxuyaniya pêşîkêşiya Komeleya Rojnamegerên Gola Wanê va hat dayîn da piştgirî dan çalakiya malbatan.

05.03.2021
Malbatên Wanî ji bo bigihîjin ewladên xwe li pêş Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Van

Malbatên li Wanê ku zarokên wan revandine serê çiyê û HDPê wek berpirsê vê yekê dibînin li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a partiyê çalakî kirin.

10 malbatên li ser Kolana Komarê hatin bal hev pankartên "Êdî bes e destê xwe ji qirika me derxin", "Zarokên me wê nebin qurbana kesî", "Dayikên Wanê ji bo ewladan di nobetê da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin" nivîsîbûn bilind kirin.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPê dirûşme berz kirin û heta ber avahiya Serokatiya Bajêr meşiyan. Malbatan bertek nîşanî endamên partiyê yên di Avahiya Bajêr a HDPê da bûn, dan û bangî zarokên xwe kirin û xwestin ku bila werin û tesîm bibin.

Atiye Dayan a diyar kir ku çavê wê li rêya qîza wê Şîlana bi xapandin revandine serê çiyê ye û wiha dewam kir: "Wek dayikek ez rica dikim. Bila me bigighijînin ewladên me. 6 sal e ez ji bo vê hewl didim. Bila ewladên me ji nav wan mêran xilas bikin. Lazim e ew di şûna çekan da qelemê hildin destê xwe."

Nazli Sancarê jî got: "Em dixwazin ev êşa me bila êdî biqede. Esker, polês hemû ewladên me ne. Em dixwazin bigihîjin zarokên xwe. Ji destê qîza min qelemê hildan û çek dan destên wê. Qîza min Şeyma ez li benda vegera te me. Were teslîm bibe."

- Rojnamegerên Wanî piştgirî dan dayikan

Rojnamegerên li bajêr jî di pêşîkêşiya Komeleya Rojnamegerên Gola Wanê da piştgirî dan malbatên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın