Sabri Yıldırım
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her hefte roja çarşemê çalakiyê dikin, bang li zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bû ji rojnamevanan ra daxuyand ew bi salane tu xeberê ji kurê xwe hilnade.
Koçhan anî ziman kurê wî Ersîn bi xapandinê birine çiyê û wiha axivî: "Kurê min, heke tu me dibîhîzî agahiyê bide me, em meraqa te dikin. Guh bidin vê pêvajoyê, firsendeke duyemîn dibe ku dest we nekeve. Were tesîmî dewleta xwe bibe. Xêra wan ji we ra tune. Xêra dewleta me ji me ra heye."
Dayik Naciye Sonmez Yildizê jî wiha got: "Dayik û bav ji bo zarokên xwe digirîn. Tu xêra sekna wan a li wir ji bo wan tune, bila vegerin memleketên xwe. Dayik û bav tu caran zarokên xwe ji bîr nakin. Werin teslîm bibin."