Tirkiye

Madenên xwê ji ber qerma demsala zivistanê ji niha va hilberîneke zêde dikin

Bülent Mavzer   | 27.07.2021
Madenên xwê ji ber qerma demsala zivistanê ji niha va hilberîneke zêde dikin

Iğdır

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku zivistanên wê dijwar derbas dibin, ji bo hilberîna xwêya ku di têkoşîna dijî berfê da tê emilandin, li Îdirê ji niha va xebateke bênavber dê meşandin.

Li navçeya Tuzlucayê ya ku navê wê ji kanên xwê yên li deverê tê, ji kanan digel ya xwarinê û ya ji bo heywanan, her wisa xwêya ku zivistanê di têkoşîna dijî berfê da tê emilandin jî tê derxistin.

Li rezervên ku beşeke mezin a pêwîstiya xwê ya welêt dabîn dikin, ji niha da xwêya şel amade dikin, dixin torbeyan da ku zivistanê di têkoşîna dijî berfê da bê emilandin.

Îbrahîm Atmacayê kargervanê kana xwê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, piştî ku zivistan xilas dibe, ew bênavber xebata derxistina xwê dikin.

Atmaca bal kişand, ew ji tîrmehê pê va dest bi hilberîna xwêya ku di rêbejayan da tê emilandin, dikin û wiha dewam kir, "Aniha em xebateke bêsekn dimeşînin. Em xwêya ku di rêbejayan da tê emilandin hildiberînin. Em heger ji niha va amade nekin, em nikarin pê ra bigihînin."

Atmaca her wisa diyar kir ku li gorî plansaziyê, ew ê qedera 25 û 35 tonî xwêya şel bidin ser hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın