Tirkiye

Li Wanê sedema hişkbûna masiyan a zêde wê bê lêkolînkirin

Necmettin Karaca  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Li Wanê sedema hişkbûna masiyan a zêde wê bê lêkolînkirin

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê hişkbûna masiyên di Bendava Koçkopruyê da ku zêde bûn ji alî pisporan va tê lêkolînkirin.

Hîndekarê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş li Bendava Koçkupruyê masiyên hişkbûyî yên avê avêtibû peravê kontrol kir.

Akkuş li wê derê daxuyanî da û got ku ji ber hişkayiyê ava bendavê gelek kêm bûye û wiha domand: "Hişkbûna masiyên li van deran zêde bû. Ji meha îlonê pê va em dibînin ku di avên li van deran da otrofikasyon (di avên zêde da alg û plankton çêdibin) çêdibe. Di avê da azot û fosfat zêde dibin û algên wek ta yên mîkro zêde dibin û dikevin kerikên masiyan û dixitiminîn û ji ber vê jî masî hişk bûn."

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr jî ji bo lêkolînkirina di laboratuvarê da ji bendavên Koçkopru û Sarimehmetê mînak hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın