Li Wanê qeza: 11 birîndar
Li Edremîta navçeya Wanê du minîbus li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn.
Van
Li Edremîta navçeya Wanê du minîbus li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn.
Li taxa Suphanê minîbusa ku plaqeya wê 65 NK 412 bû û ji Wanê ber bi Edremîtê va diçû di heman aliyê rê da bi minîbusa ku plaqeya wê 65 NR 122 bû qelibî.
Di qezayê da 11 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin jî piştî ku wesayît ji wir hatin rakirin, hat vekirin.