Tirkiye

Li Wanê otobêsa rêwiyan welgeriya û 9 kes birîndar bûn

Mesut Varol  | 28.01.2022 - Rojanekırın : 28.01.2022
Li Wanê otobêsa rêwiyan welgeriya û 9 kes birîndar bûn

Van

Li Gevaşa navçeya Wanê otobêsa rêwiyan ji kontrolê derket û welgeriya, di qezayê da 9 kes birîndar bûn.

Otobêsa saziya Metroyê ya bi pîlaqeya 02 DE 810 a ji Mêrsinê dihat Wanê li Atalana herêma Gevaşê ji kontrola ajokar derket û welgeriya.

Kesên li dorberê haya rayedaran pê xistin û li ser vê gelek ambulans, ekîbên agirkujî, UMKE, AFAD û polêsan sewqî herêmê kirin.

2yê wan rewşa wan giran 9 birîndar ji otobêsê hatin derxistin û ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyên li Wanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın